Derbarê êrîşa li ser cenazeyê Ibrahîm Gokçek û êrîşa li ser cemxaneyên civaka Elewî, HDP’ê diyar kir ku AKP-MHP li dijî mirovahiyê sûc dike.
Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê bi daxuyaniyekê anî ziman ku divê ji Elewiyan û cîhana Elewiyan lêborîn were xwestin.
Komîsyonê destnîşan kir ku AKP di meha Remezanê de jî êrîşî cenaze û parstigehan dike bi vê yekê bêhurmetiyê ji baweriya gelan dike.
Komîsyonê şandina cenzazeyê Egîd Îpek û êrîşên bi destê dewletê yên li ser gorên gerîla yên li Kurdistanê bi bîr xist û got:
”Desthilata ku hemû nirxên tîne ser zimên, gemarî dike, bêhurmetiyeke mezin li nirxên Kurdan dike.
Desthilat bi vê hişmendiya xwe divê behsa îslamê neke û vê zimanê xwe yê gemar bigûherîne..”