
Li herêma qaşo bi navê “kêm-şer” dîsa agirbesta Putin û Erdogan li Idlibê hat binpêkirin û di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer derket.
Dewleta Tirk jî, ji bo mayîndekirina xwe li sûriyê, heya niha 6 hezar û 465 maşîneyên leşkerî derbasî herêmê kiriye.
Agirbesta Putin-Erdogan li Idlibê di roja xwe ya 65’an de dîsa hat binpêkirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku nîvê şevê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de li aliyê Fitêra ya Idlibê şer çêbû.
Li aliyê gundê Mi’rat Eliya û Seraqibê hêzên hikumetê hewl dan bi pêş de biçin.
Di encamê de herêm hat topbarankirin û kuştî û birîndar ji herdu aliyan çêbûn.
Li Seraqibê jî nuqteyên hêzên Hikumetê hatin topbarankirin.
Duh jî hêzên Hikumetê 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Idlibê dîlgirtin.
Di nava sê mehan de zêdeyî 10 hezar û 300 leşker derbasî Sûriyê bûne
Li seranserê cîhanê bangên rawestandina şer tên kirin, lê li Idlibê dewleta Tirk amadekarên şerekî giran dike.
Duh dewleta Tirk a dagirker karwanekî leşkerî di dergeha Kefer losîn re derbasî herêma Idlibê kir.
Çavdêriya Sûrî ragihand ku jimara alav û erebeyên leşkerî ku ji 2’ê Sibatê heya niha derbasî herêmê bûne gihîşt zêdetirî 6 hezar û 465 alav û erebeyên leşkerî ji tank, loderên leşkerî, panzêr, mewziyên li dijî guleyan û radarên leşkerî.
Her wiha çavdêriyê ragihand ku jimara leşkerên dewleta Tirk ku li Idlib û Helebê di wê demê de belav bûne zêdetirî 10 hezar û 300 leşkerî ye.