Projeya agirbesetekî 90 rojî li “NY” nehat pejiradin

Vîrûsa Corona ya ku li seranserê cihanê dawî li jiyana nêzî 300 hezar kesî aniye, hêrsa dijberiya di navbera welatan de kêm nekiriye.

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Fransa û Tunis ya ji bo rawestandina şerekî 90 rojî civiya. Lê ji ber nakokiyên di navbera DYA û Çînê de, pêşnûme nehat pejiradin.

Ji ber nîqaşên li ser vîrûs Corona DYA û Çîn di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY de careke din hatin pêşberî hev.

Nîqaşên ku ev nêzî 6 heftene di Konseya Ewlekariyê de têne kirin ji ber Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê rawestiya.

Ji bo têkoşîna li dijî vîrûsê Fransa û endamê Konseya Ewlekariyê ya NY yê demkî Tuns pêşnûmeyek ya rawestandina şer ji bo 90 rojî pêşniyar kirin.

DYA û Sekreterê Girştî yê NY Antonio Guterres jî piştevaniya projeya rawestandina şer kirin, lê Çînê jî ji Rêxistina Tenduristiya Cihanê xwest ku bibe çavkanî.

Amerîka ya ku rêxistinê bi alîgirtiya Çînê tewambar dike û alîkariya ku dida rêxistinê rawestandî li dijî vê daxwaza Çînê derket.

Tevî vê jî DYA teqezî ragihandina agirbestekê dike û daxwaza belavkirina alîkariyê li kesên hewcedar dike.

Amarîka tevî welatê xwe ji hemu cihanê xwest ku daneyên rast yên belavbûn û mirinên ji ber vîrûsê bi raya giştî re parve bike.

Dema rewş bû ev, careke din nîqaşên li ser Rêxistina Tenduristiya Cihanê ya dinavbera DYA û Çînê de, bi gefa vetokirinê ya di Konseya Ewlekariyê ya NY de derket.

Di serî de li Suriye, Myanmar, Lîbya û Yemenê gelek caran pêşniyara rawestana şer ji aliyê endamên dayîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY Rûsya, DYA, Çîn, Fransa û Ingirltere ve rastî astengiyan dihat.

Lê niha, ji bo têkoşîneke hevpar ya li dijî dijminê hevpar yê mirovahiyê “vîrûsa Corona” dîsan nêrînên cuda derketin.

Fransa ya ku xwediyê projeya agirbestê ye, ji bo pejirandina biryarê li rêyên nû digere.

Back to top button