Nexweşxaneya Şehîd Xebat a Dirbêsiyê careke din deriyê xwe vekir

Nexweşxaneya şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê piştî mehekê ji karantînayê careke din deriyê xwe ji nexweşan re vekir.

Rêveberiya Xweser nexweşxaneya şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê sala 2016`an ji bo nexweşan bê pere derman bike, vekir.

Nexweşxane ji 24 odeyan tevî odeya emeliyatan û ji ya rewşên awarte pêk tê.

Piştî derketina vîrûsa Corona, Deseteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina rewşên vîrûsê nexweşxane xiste di karantînayê de.

Piştî mehekê, deriyê nexweşxaneyê careke din ji bo nexweşxan hat vekirin.

Endama Rêveberiya nexweşxaneyê Ezîza Mihmed dest nîşan kir ku nexweşxane 24 saetan ji bo pêşwaziya nexweşan vekiriye.

Back to top button