Li rohilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

Hêzên rejîma Îranê careke din êrîşî komek kolber kir û di encamê de kolberek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Malpera kolbernewsê ragihand ku rejîma Îranê careke din êrîşî komek kolberek kiriye.

Di encama êrîşê de kolberê bi navê Loqman Çwargoşte hat kuştin.

Her wiha kolberên bi navê Mensur Çwargoşte û Meysem Mihemedî jî bi giranî birîndar bûne.

Malperê dazanîn ku li ser sînorê navbera Rojhilat-Bakur û Rojhilat- Başûrê Kurdistanê jî kolberê bi navê Keywan Kewserî yê xelkê Bane ye, ji bilindahiya çiya ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber rewşa aboriyê ya xirab gelek kes neçarin ku bi kolberiyê debara ya jiyanê bikin.

Lê êrîşên rejîma Îranê ya li ser Kolberan her ku diçe zêde dibe.

Back to top button