Serokezîrê Iraqê Kazimî yekem civîna hikumetê pêk anî

Di bin serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de, yekemîn civîna hikumeta nû ya Iraqê pêk hat.

Piştî ku kabîneya Mistefa Kazimî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hate êrêkirin, piştî sê rojan hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî civiya.

7’ê Gulanê parlamentoya Iraqê ji 22 wezîran, 15 wezîr erê kirin.

Namzetên 5 wezaretan nehatin pejiriandin û wefîseya 2 wezaretan jî vale maye.

Ji parlamentoyê çavkaniyekê ji ajansa Rojnews’ê re ragihand ku Mistefa Kazimî soz daye ku ji berî cejna Remezanê kabîneya xwe temam bike.

Back to top button