Corona li Qesra Spî belav dibe

Vîrûsa Corona ku heta niha li seranserê cîhanê zêdeyî 4 milyon kes pêketine, hîna jî rojeva sereke ya Cîhanê de ye. Li Ewropa jimara pêketiyan kêm dibe, lê li Rûsya û Amerîka jî hîna asta belavbûna vîrûsê bilind e. Her wiha li Çîna ku vîrûs jê derket û li seranserê cihanê belav bû, zêdeyî mehekê ye, ti rewşên nû nehatine tomarkirin.

Vîrûsa corona ku hîna jî rojeva sereke ya cîhanê ye bandora xwe dewam dike.

Li hin welatan asta belavbûna vîrûsê kêm bûye û li hin welatan jî hîna bi lez belav dibe.

Li Amerîka asta belavbûna vîrûsê hîna jî bilind e û rojane bi hezaran kes dimrin.

Herî dawî Serokê DYA Donald Trump ragihand ku berdevka cîgirê wî Mike penc, bi vîrûsê ketiye.

Li nexweşxaneyek Parguay ti nexweş nemane

Ji paraguay ku yek bajarê ya parzemîna Amarîkaya Başûr jî agahiyên arambûnê tên.

Ev jî dimenek yê nexweşxanêye ku ti kesên bi vîrûsê nemane.

Li gelek welatan ti rewşên nû nehatin tomarkirin

Parzemîna Ewropa ku demeke dirêj ji ber vîrûsê bêhal bibû, êdî ji bin vî barî derdikeve.

Li parzemînê hem jimara pêketiyan û hem jî jimara miriyan heta astekê kêm bûye.

Li Slovakya, ji 10 Adarê ve ti rewşên nû nehatin tomarkirin.

Li Sapanya û Almanya jimara miriyan kêm bûye.

Ji bo wê jî li hin welatên Ewropa kêmkirina tedbîrên li dijî vîrûsê, didome.

Dibe ku sînorê “ye” 40 rojên din girtî bimîne

Di nîvê meha Adarê de, bi berbelavbûna vîrûsê li Ewropa, sînorê Yekîtiya Ewropa hatin girtin.

Tevî ku li welatên Ewropa bi xwe tedbîrên tên sivikirin

Tê gotin, ji ber ku vîrûs hê jî belav dibe, dibe ku sînorên yekîtiyê 40 rojên din jî girtî bimîne.

Li Hoby 35 roj in ti rewşên nû nehatine tomarkirin

Li jêdera vîrûsê Çînê û bi taybet li herêma Huby ev 35 roj in ti rewşên nû nehatine tomarkirin.

Komîteya Tendurisyê ya herêmê ragihand ku 628 pêketiyên vîrûsê hene, lê belê ti nîşaneyên vîrûsê li wan xuya nakin û ew di bin çavdêriyê de ne.

Jimara pêketiyan li Rûsya bilind dibe

Li Rûsya jî hîna asta belavbûna vîrûsê bilind e.

Li Welat heta niha 198 hezar û 676 kes bi vîrûsê ketine û di aliyê kesên jiyana xwe ji dest didin jî Rûsaya di cîhanê de ya 5 emîn e.

Antonio Guterres: Bersiveke bê hempa pêwîst e

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî derbarê belavbûna vîrêsê li welatên cîhanê, nerihetiya xwe anî ziman û diyar kir ku ev vîrûseke bê hempa ye û ji bo wê jî divê bersiveke bê hempa jê re were dayîn.

Guterres diyar kir ku ji bo parastina mirovan û rêgirtina li ber birçîbûnê û kêmkirina azarên xelkê ew di nava xebatan de ne.

Li seranserê cihanê heta niha zêdeyî 4 milyon û 40 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 280 hezar kes jî ji ber vîrûsê mirine.

Back to top button