Zînî Wertê..Koma Aştî bi wezîrê Pêşmergeyan re civiya

Têkildarî rewşa li Zînî Wertê, Koma Aştî li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê bi Wezîrê Pêşmergeyên ê herêmê re civiya. Wezîrê Pêşmergeyan teqez kir ku wê hêzên wan nebin sedema şer. 47 rêxistinên Kurdî li Ewropayê jî bang li raya giştî kirin ku nebin hevkarê plana malxerab a dewleta Tirk li herêmê.

Şandeyek Koma Aştî îro li Silêmaniyê li gel Wezîrê Pêşmergeyên Herêma başûrê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl civiya.

Mijara sereke ya civînê rewşa Zînî Wertê û aloziya li herêmê bû ku ji meha Nîsanê ve ji ber bicihkirina hêzê li Zînî Wertê derketiye.

Civîna Koma Aştî û Wezîrê Pêşmerge saetekê dewam kir û ji çapemeniyê re girtî bû.

Piştî civînê Endamê Koma Aştî Dr. Fayeq Gulpî derbarê naveroka hevdîtinê ji Rojnews’ê re axivî.

Endamê Koma Aştî Dr. Fayeq Gulpî got;

“Wezîrê Pêşmerge bawerî da ku bicihkirina wan hêzan demkî ye û nabe sedema şer.

Wê nebin gopalekî destê dijmin û dagirkeran.”

Têkildarî dema vekişîna pêşmergeyên Zînî Wertê Gulpî anî ziman ku biyara dawî li gel Serokwezîr e û di vekişînê de rola Serokatiya herêmê jî heye.

Dr. Fayeq Gulpî diyar kir ku di bernameya wan de heye ku serdana Desteya Wezîran, Serokatiya Başûrê Kurdistanê, YNK û PDK’ê bikin.

Koma Aştî ji hejmarek rewşenbîr û kesayet pêk tê û di destpêka aloziya li Zînî Wertê de weke komek navbeynkar hate avakirin.

47 partî, rêxistin û saziyên Kurdî yên li Ewropayê daxuyaniyek da

Her wiha 47 partî, rêxistin û saziyên Kurdî yên li Ewropayê têkildarî rewşa li Zînî Wertê daxuyaniyeke hevpar da.

Aliyan bang li hemû partî, sazî, dezge û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê kirin ku pêşiya xeteriyên di serî de li Zînî Wertê û Kurdistanê tê kirin rawestin û bikevin tevgerê.

Bang li raya giştî ya cîhanî jî hat kirin ku divê nebin hevparê vê polîtîka û plana malxerab a dewleta Tirk li herêmê.

Back to top button