Li bejahiya rojavayê navçeya Til Temirê di navbera 2 komên çete yên girêdayî dewleta Tirk şer rû da.
Li gundê Dawudiyê û Erîşê yên navçeya Til Temirê yên ku 12 km dûrî bjarê Serêkaniyê dikevin di navbera komên çete de şer rû da.
Hate diyarkirin ku şer di navbera çeteyên Sultan Murad û Furqet El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de rû da.
Sedema derketina şer û encamên wê nehatin zanîn.