Artêşa Niştimanî a Lîbî droneke Tirkî li Eyn Zarayê anî xwarê

Li başûrê Terablusa paytext, şer di navbera çeteyên dewleta Tirk û artêşa Lîbî de rû da û ya dawî karîbû droneke Tirkî bîne xwarê. 

Duh êvarî, ev şer li derdora Eyn Zara, Selahedîn û Bû Selîm bi çekên giran rû da..

Ketîbeya 134 a artêşê teqez kir ku “hêzên wan, navend û kombûyînên çeteyan li devera el-Esfah li ser rêya balafirgehê kirin armanc”.

Ji aliyê xwe ve jî, Artêşa Niştimanî ragihand ku “parastina wan a asmanî, dorneke Tirkî ji cureya Bêriqdar li Menqa el-Qabliya ya girêdayî Eyn Zarayê anî xwarê.

Serokê Istixbarta Wîfaqê, li ser destê çeteyên Tirkiyê hat kuştin

Îro jî, Odeya Keramê ya Artêşê diyar kir ku “serokê Istixbarata hikumetê Wîfaqê Ebdul Qadir Tehamî li ser destê çeteyên dewleta Tirk hat kuştin”.

Li gorî Odeyê, çeteyên bi navê el- Red’ yên girêdayî wezîrê hundir Fethî Başaxa ev yek pêk anî..

Ji bo vê tawanê ji ser xwe rakin jî, rûpel û ragihandina vê komê yekser mirina wî bi “krîza dil” ragihand.

Back to top button