Salvegera 3. a rizgarkirina Tebqayê

Şervanên QSD’ê, weke îro bajarê Tebqayê ji tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Piştî berxwedana 50 rojî, îro bajêr di bin sîwana rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêmê de û li ser esasê hişmendiya Netewa Demokratîk tê birêvebirin. 

Li Tebqayê berî 3 salan, yekem car çalakiya daketina esmanî bi hevkariya QSD û koalîsyona navdewletî pêk hat.

QSD’ê, 21′ Adara 2017’an, di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, operasyona azadkirina Tebqa ji tarîtiya çeteyên DAIŞê da destpêkirin.

Piştî têkoşîna 50 rojî, 10’ê Gulanê şervanên QSD’ê bajar rizgar kir.

Ji aliyê xaknîgarî, Tebqa di xeta Heleb heta Reqayê de cihekî girîng digire..

Di heman demê de, ji bo kontrolkirina xeta Dêra Zorê û heta sînorê Iraqê jî, xwedî cihekî stratejîk e.

Bendava Firatê ku hemû kehrebeya herêmê dabîn dike jî, li vî bajarî ye.

Piştî rizgarkirina bajarê tebqayê çi bû?

Piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞê..

Meclisa Sivîl a Tebqayê ku ji 27 kesan pêk tê, hat avakirin.

Komîteyên têkiliyên giştî, aborî, ewlehî û xizmetguzarî hatin avakirin.

Ji ber çeteyan gelek zirar gihandibûn bendavê, sîstema kehrebê hatibû xerabkirin.

Ji lew re, Meclisê hemû pêwîstiyên teknîkî yên bendavê peyda kir û dîsa kehreb li herêmê vegeriya.

Aniha jî bajar, ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebeqayê ve tê birêvebirin û serê 3 salan e, pergala netewa demokratîk li wir şênber dibe û gel di nav aramî û ewlehî de dijî.

Back to top button