Dewleta Tirk bi rêbazên cuda, çekan dişîne Lîbyayê

Rojnameya Daily Mafric a Başûrê Afrîkayê eşkere kir ku, 6 balafirên leşkerî yên barhilgir ên dewleta Tirk, bin hin alîkariyên bijîşkî re derbasî Başûrê Afrîkayê bûn. 

Li gorî heman çavkaniyê, tenê hinek alîkarî hebûn û jimarek ji van balafiran vala bûn, da bi alavên leşkerî werin dagirkirin.

Pisporê leşkerî Halmod Romar Haytman ji rojnameya Daily Mafric re diyar kir ku, navendeke dewleta Tirk a afirandina mûşekan li Başûrê Afrîkayê heye û dibe ku Tirkiyê mûşekan li wir çêdike.

Beriya niha jî, serokê Başûrê Afrîkayê hişyarî dabû Tirkiyê ku çek û çeteyan neşîne Lîbyayê û nerazîbûna xwe ji destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê anîbû ziman.

Çavdêr dibînin ku dewleta Tirk ji hemû aliyên leşkerî, aborî, çandî û olî dixebite, da hebûna xwe li parzemîna Afrîkayê bisepîne.

Beriya 2 rojan jî, bi bihaneya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo Lîbyayê, balafireke Tirkî li balafirgehekê li başûrê Tûnisê peya bûbû.

Back to top button