ENKS’ê agahiyên vekişandina wê ji Îtilafa Sûrî red kirin

Piştî agahî û raporên ragihandinê yên der barê vekişîna wê ji Îtilafa Sûrî, ENKS’ê ev agahî red kirin û teqez kir ku wan ti biryarên bi vî rengî nedane. 

Li gorî çavkaniyan, şanderê Amerîkî bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê William Robak daxwaz ji ENKS’ê kiribû ku ji Îtilafa Sûrî vekişe û navendên xwe yên li Tirkiyê veguhêze Erebistana Si’ûdî yan Misirê.

Lê desteya rêveber a ENKS’ê bi 2 daxuyaniyên cuda ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, diyar kir ku “Amerîka ti daxwazeke bi vî rengî ji wan nekiriye”.

ENKS’ê teqez kir ku nûnerên wan di van rojan de, beşdarî civînên desteya giştî ya Îtilafê dibin.

Back to top button