Şêniyên Mexmûrê nerazîbûn nîşanî êrîşa bi balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker dan û li dijî êrîşan işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kirin û gotin:
Divê gelê kurd li dijî dagirkeran erka xwe ya welatparêziyê pêk bîne.
Balafirên şer ên artêşa Tirk, doh danê êvarê bombe li kampa penaberan a Şehîd Rustem barandin.
Di encamê de 4 sivîlên ku bi erka ewlekariya Mexmûrê radibûn şehîd bûn.
Şêniyên Mexmurê li dijî êrîşan daketin qadan û nerazîbûn nîşan dan.