KJK: Ji bo azadiya girtiyan, divê kampanya dest pê bikin

Koordînasyona KJK’ê ji bo rewşa bi deh-hezaran girtiyên siyasî ku di nava şert û mercên mirinê de tên hiştin daxuyaniyeke nivîskî weşand û dest nîşankir, ji bo azadiya girtiyan li asta neteweyî û navneteweyî divê kampanya bên lidarxistin.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di demekê de, ji ber vîrûsa koronayê dinya bi
tenduristiya mirovan ve mijûl e, zilma rejîma faşîst a AKP-MHP’ê kêm nebû, zêdetir bû û got:

Endamên Grûp Yorûm ji bo karibin di nava şert û mercên demokratîk de li welêt hunera xwe bikin, canê xwe feda kirin.

Çalakiya girtiyên ku bi heman rengî li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, gihîştiye asteke krîtîk.

Ji bo pêşî li mirina wan bê girtin, ji bo daxwazên wan ên mafdar bi cih bên, pêwîste raya giştî û gel nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin û bikevin nava liv û tevgerê.

KJK’ê îşaret bi Qanûna infazê kir û diyar kir ku tecawizkar, mêrên dijminê jinan, serçete, kesên ku exlaqa civakê xera dikin hatin berdan.

Bi deh-hezaran girtiyên siyasî jî di nava şert û mercên mirinê de hatine mehkûmkirin.

Girîng e ku raya giştî û malbatên bi deh-hezaran girtiyan hewl bidin, azadiya girtiyên siyasî li tevahiya cîhanê veguherînin kampanyeyakê, Ji Kurdistanê heta Filistînê, heta Ewropa û Asyayê belav bikin.

Her weha parêzer, malbatên girtiyan, komeleyên mafên mirovan, partiyên siyasî û rewşenbîr bi vê însiyatîfê rabin, pêşengiyê jê re bikin.

Koordînasyona KJK’ê bal kişand ser girtiyên siyasî yên li îranê û weha bi dawî kir:

Cihên girtiyan dugherin, wan dibin girtîgehên kesên sûcên fûhûşê, narkotîkê û sûcên din kirine û bi vî rengî girtiyên siyasî tên cezakirin. Girtî Zeynep Celaliyan bi vî rengî birine.

Nayê zanîn ku niha li ku ye, tenduristî û ewlekariya wê çi ye.

Pêwîste bi rengekî lezgîn raya giştî bê agahdarkirin ku Zeynep Celaliyan bi ku ve birine û rewşa wê ya tenduristiyê çawa ye.

Back to top button