Nûrşan Hisên: Ji bo yekbûyînê, divê destpêkê tifaq hebe

Nûnera Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ya li Başûr Nûrşan Hisên hişyarî da ku eger di vê dema taloke de yekrêziya Kurdan çênebe dibe ku careke din ev fersend bi dest wan ve neyê û statûya Kurdan ji dest biçe.

Nûnera Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên derbarê xebatên yekrêziya kurdî û giringiya wê di vê demê de, nirxandin kir.

Nûrşan Hisên diyar kir pêwistiya Kurdan ji her demê zêdetir bi yekrêziya neteweyî û siyasî heye û got:

“Em hemû dizanin ku di vê pêvajoya girîng û xeternak de, ku gelê Kurd hîna jî li beranberî polîtîkayên qirkirina fîzîkî, çandî û siyasî li ber xwe dide, pêwîstiya me ji her demê zêdetir bi yekrêziya siyasî û yekîtiya netewî heye.

Eger di vê dema taloke de yekrêziya Kurdan çênebe dibe ku careke din ev fersend bi dest wan ve neyê û statûya Kurdan ji dest biçe.

Heta ku yekîtiya me pêk neyê divê, xebatên tifaqê ji rojeva me dernekevin.”

Nûrşan Hisên her wiha destnîşan kir ku yekrêziya Kurdî erka hemû aliyên Kurdî ye û ji bo vê yekê jî divê hemû aliyên Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê xebatên bi lez û hêz werin meşandin, ji ber ku destpêkê girîng e tifaq bê çêkirin, piştre yekîtî gengaz dibe.

Avakirina zemîna lidarxistina Kongreya Netewî erka hemû aliyan e

Nûnera Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên bal kişand ser hevpeymana 1982’an de ya di navbera PKK’ê û PDK’ê de û destnîşan kir ku, rê li pêşiya şerê biarkujiyê digre û pilanên dijmijnên gelê Kurd têk bibe û wiha bi dawî kir:

“Pêvajoya tê jiyankirin dîrokî ye û avakirina zemîna lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanî erk û berpirsiyariya me hemuyan e.

Back to top button