Li Meksîka cenazeyên 3 xwişkan di mala wan de hatin dîtin

Li gel belavbûna vîrûsa Coronayê, li eyelate Coahuila ya Meksîka şeva borî cenazeyên 3 xwişkên hev ên hemşîre di mala wan de hatin dîtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Reutersê ev ne cara yekemîne li dijî bijîşkên Meksîk êrîş pêk tên.

Li gel şidandina tedbîrên tenduristiyê yên li dijî vîrûsa koronayê bi taybet di nava van çend mehên dawî de êriş û destdirêjiya li ser karmend û hemîşeyên tendurisiyê zêde bûne.

Berpirsê Saziya Xizmetguzarî ya Giştî ya Coahuila Xafêr Cîroro kuştina her sê jinan, weke kuştine bi zanabûn bi nav kir:

Cîroro got:

Ji aliyê 2 heta 3 kesan ve bûyer pêk hatiye, lê hîna ti kes nehatine girtin.

Heta niha jî nayê zanîn ji ber çi sedemê, ev 3 jinên hemşîre hatine xeniqandin.

Back to top button