Îran ji bo Amerîka: Em ji pevguhertina girtiyan re amade ne

Îranê ragihand ku ji ber metirsiya vîrûsê ya li Amarîka, ew amade ne bi Washingtonê re girtiyan bihev biguherin.

Berdevkê hikumeta Îranê Eli Rabiyayi di axaftinek xwe ya ji malperek navendî ya welêt re got,

Em ji bo pevguhertina girtiyan û danustandinên li ser van pirsgirêkan amade ne.

Rabiyayî dazanîn ku heta niha li ser pêşniyarê ti bersiv ji wan re ne hatiye dayîn.

Rabiyayî diyar kir ku di her rewşek ya metirsîdar li girtîgehan de, wê DYA berpirsyar be.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herî dawî 2019’an di navbera aliyan de pevguhertina girtiyan pêk hatibû.

Piştî serokê DYA Donald Trump peymana çekên nukleerî ya 2015’an ku di navbera aliyan de betal kir û dest bi sizayên li ser Îranê kir, alozî kurtir bû.

Back to top button