Qurbaniyên Coronayê 4 milyonî derbas kir

Vîrûsa corona heta niha 4 milyon derbas kir, dawî li jiyana 280 hezarî aniye. Li gel ku hikumetên dewletan biryara nederketina derva sivik dike, daneyên nû tene tomar kirin. Li Brazîlya ji ber biryara nederketina derve hate ragihandin xelkê banga protoskirina walî kirin.

Li cîhanê her ku diçe bîlançoya vîrûsa Coronaya ya kujer giran dibe.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde, Amerîka ye.

Li wî welatî milyonek û 347 hezar û 318 kes bi vîrûsê ketin, 80 hezar û 40 kesan jî jiyana xwe ji dest xwe ji dest da.

Li Amerîka di 24 seatên dawî de tenê hezar û 568 kes jiyana xwe ji dest dan.

Bi vê re, hejmara giştî gihişt 78 hezar û 746 kesan.

Herî dawî bijîkek li koşka spî ku di nava komîteya rûbirûbûna li dijî vîrûa corona bi vîrûsê ket .

Ew bijîşk jî Dr. Anthony Fauci e ku endamekî çalak û niha ketiye kerentînekirin.

Li Brezîlyayê xwepêşander daketin kolanan

Li Brazîlya jî di wextekî de ku roj bi roj danyên bilind tomar dike, Waliyê bajarê Sao Paulo biryara nederketina derve ragihand.

Xelkê bajêr jî nerazîbûna xwe nîşanî vê biryarê dan û daketin kolanan.

Welatiyan banga protostkirina parêzer kir.

Li welêt bêtirî 150 hezar bi vîrûsê ketin û 10 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.

Di roja dayikan de li Ekwador çalakiyek hat lidarxistin

Pîrozbahiyên roja dayîkan jî para xwe ji vîrûsê girt.

Di çarçoveya sivikirina biryarên nederketina derve de wezareta çandê ya Ecwador destûr da girûpa Mariachi ku li kolanan çalakiyekê li darbixe lê bi şertê amadebûne bi dehan kesan .

Dibe ku pêla duyemîn li çînê destpê bike

Li Çînê jî dibe ku pêla duyemîn ya vîrûsa corona despêkiriye.

Çîn ya ku beriya demekê serkeftina xwe li dijî vîrûsê ragihand, di 24 seatên dawî de li gorî daneyên fermî 14 kes bi vîrûsê ketin.

Piştî 2 mehan dêrên Libnanê deriyên xwe vekirin

Li Lubana jî di wextekî de raydarên welat dest bi sivikirina qedexeya derketina derve kir herî dawî 13 leşker bi vîrûsê ketin.

Piştî 2 mehan cara yekê ye ku xelk ji bo rê û resmên olî diçin cihên pîroz.

Heta niha li Lubnan 845 kes bi vîrûsa coronayê ketine.

Akadîmisyanekî Rûsî: Dibe ku Vîrûs di demsala payîzê de destpê bike

Akadîmisyanekî Rûsî ragihand dibe ku vîrûsa Corona careke din di demsala payîzê de destpêbike.

Akadîmîsyon Fasêlî Acîmcên ji kenala Rûsya 24 diyar kir ku vîrûs girêdayî herdû demsalên payîz û zivistan ye, ji lewra dibe ku vîrûs di payîza bê, dest bi pêleke nû bike.

Li seranserî cîhanê heta niha ji ber vîrûsa koronayê zêdeyî 4 milyon û 100 hezar bi vîrûsê ketine û nêzî 300 hezar kes jî ji ber vîrûsê mirine.

 

Back to top button