Li Heleb û Hemayê 15 leşker û 7 çete hatin kuştin

Îro li gundewarên Heleb û Hemayê di navbera hêzên hikumeta Şamû û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket û di encamê de 15 leşkerên hikumetê û 7 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên Tirkiyê êrîşî baregehên hikumeta Şamê yên li Sehil El-Xab ê gundewarên bakurê rojavayê Hemayê kirin.

Di êrîşê de 15 leşkerên hikumetê û 7 çeteyên koma Heres El-Dîn hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî her wiha diyar kir ku çeteyên Tirkiyê yên ku di odeya operasyonên “Herid El-Mumînin” de şer dikin, gundê Ten-cera yê Sehil El-Xab kontrol kirin.

Hikumeta Şamê jî di saetên sibehê de bakurê rojavayê Hema û gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin.

Topbarana hikûmeta Şamê li herêmê ji bo ku careke din gundê Tencera kontrol bike dewam dike.

Ji destpêka agirbestê Pûtin-Erdogan a 15’ê Adarê hatî ragihandin ve, ev cara yekemîne hejmareke zêde kuştî çêdibin.

Back to top button