Du keçên Êzidî piştî 6 salan ku bi riya şervanên QSD’ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, gihiştin Başûrê Kurdistanê.
Ofîsa Azadkirina Êzidiyan a Duhokê têkilkdarî mijarê got ku du keçên bi navê Leyla Mirad û Ronya Feysel ku herdu jî 17 salî ne, îro gihiştin Herêmê.
Ev du keçên Êzidî di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, di sala 2014’an de ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê.
Berî niha bi demekê ji kampa Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ lê dimînin hatin derxistin û birin Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê û wiha ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin şandin.