Li Lîbyayê..serçeteyekî Tirkiyê li Eyn Zarayê hat kuştin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê kuştina serçeteyê Feyleqa Duyemîn a dewleta Tirk Mihemed Hindawî li Eyn Zarayê ragihand.

Dewleta Tirk jî dîsa gef li artêşê xwar ku ew ê nuqteyên wan bikin armanc, eger ti êrîş li dijî wan pêk werin.

Her wiha Mismarî jî NY rexne kir û got, ew şerê li Lîbyayê bi çavekî dibînin û bi guhekî guhdarî dikin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand, wan di saetên sibeha Yekşemê de, serçeteyê Feyleqa Duyemîn a dewleta Tirk Mihemed Hindawî, di operasyoneke leşkerî li eniya Eyn Zarayê de kuşt.

Weke pêvajoyeke din a dagirkirinê, Dewleta Tirk her û her serweriya Lîbyayê binpê dike û dîsa gefan li artêşa Niştimanî dixwe..

Dewleta Tirk dîsa gefan li Artêşa Niştimanî dixwe

Duh, Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku “eger êrîşek li dijî berjewendiyên wan were kirin, wê nuqteyên Artêşê bibin armancên rewa”.

Wezaretê, ev gef bi idiaya ku Şemiyê hinek mûşek li nêzî balyozxaneya wê ya li Terablusê ketine, xwar..

Hinek şaraza û şirovekarên siyasî yên Lîbî dibînin ku ev gefa Tirkiye weke ragihandina şer e û rasterast gefan li serweriya Lîbyayê dixwe.

Wan ji Eyn el-Exbariyê re got:

Dewleta Tirk rewşên navdewletî û aloziya Coronayê keysbaz dike û heya jê tê, hewl dide hema hema hinek armancên xwe berî bidawîbûna aloziyê pêk bîne..

Li gorî şirovekaran jî, kuştina destekî Tirkiyê ango Hindawî, derbeyek mezin ji dewleta Tirk re bû, ku ew jî weke bersivên destpêkê yên van gefan pêk hat.

Mismarî: Şandeya “NY” bi çavekî dibîne û bi guhekî guhdarî dike

Şandeya NY ya taybet bi Lîbyayê jî, artêşa Lîbî bi heman idiayên dewleta Tirk tawanbar kir.

Li ser vê jî, berdevekê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî NY rexene kir û li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsî:

Şandeya NY, bi çavekî dibîne û bi guhekî guhdarî dike.

Heya niha 279 çeteyên Sûrî hatine kuştin, ji wan 13 kêmî 18 salî hene

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî îro ragihand ku di şerên dawî yên li Lîbyayê de 11 çeteyên Sûrî hatine kuştin.

Çavdêriyê teqez kir ku hejmara çeteyên Sûrî ku bi riya Tirkiyê gihane Lîbyayê derdora 8 hezar û 500 ye û ji wan 279 hatine kuştin.

Back to top button