Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li serowkezîrê nû yê Iraqê kir ku dosyaya Êzidiyan jî bixe nava bernameya hikumetê û herêmê ji êrîşan biparêze.
Meclisê, bi peyamek serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li Kazimî kir ku bila kesayetek Êzidî jî cihê xwe di nava hikumeta nû de bigire û dosyaya Êzidiyan bikeve nava bernameya wê.
Meclisê her wiha daxwaz kir ku “çareyekê ji penaberên Êzidî yên di nava wargehan de bibînin”.