Vîrûsa Corona..Li Başûrê Kurdistanê, çend roj in pêketiyên nû tune ne

Ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê, ti rewşên nû nehatine tomarkirin û heta niha tenê 17 kes di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Herî dawî Wezareta Navxweyî ya Başûrê Kurdistanê biryara qedexeya çûnûhatinê di navbera parêzgehan de dirêj kir.

Qedexe wê ji îro heta 18’ê Gulanê dewam bike.

Vîrûsa Corona..Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 47 kesên din jiyana xwe ji dest da

Lê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşeke kambax tê jiyîn.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand ku 24 saetên dawî, 47 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Heta niha 3 hezar û 786 kes mirine û hezar û 542 kes jî bi vîrûsê ketin.

Back to top button