Muqteda El-Sadr 120 roj da Mistefa Kazimî

1’ê Gulanê, bi erêkirina parlamena Iraqê, hikûmeta nû ya Mistefa Kazimî hate qebûlkirin. Rêveberê Şîa yê Iraqê Muqteda Sadr, 100 roj dem da Kazimî ku bernameya hikûmeta nû pêk bîne. 

Kazimî navê 23 kesî ji bo Desteya Wezîran pêşniyarî parlamenê kir, ji wan 16 kes hatin qebûlkirin.

Piştî avakirina hikûmeta Iraqê bi hefteyekê, Rêveberê Tevgera Sadr Muqteda el-Sadr daxuyaniyek da û diyar kir ku “divê Serokwezîrê nû Mistafa Kazimî, desteya wezîran bi temamî diyar bike, reforman bike û bernameya hikumetê pêk bîne, ji bo vê jî 100 roj dema wî heye”.

Beriya niha, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî 120 dem dabû Kazimî.

Tê zanîn, Tevgera Sadr, di parlamena Iraqî de xwedî hejmara herî zêde ye.

Li Besrayê xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da

Li aliyê din tevî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, gelê Iraqê careke din daket qadan û dest bi xwepêşandanan kir.

Duh li Bexda û gelek bajarên din ên Iraqê xwepêşandan hebûn û li Bexdayê 10 kes birîndar bibûn.

Her wiha di xwepêşandana li Besrayê de xwepêşandêrek bi giranî birîndar bibû.

Xwepêşandêrê birîndar îro jiyana xwe ji dest da.

Li gorî medyaya Iraqê xwepêşandêrê mirî, xelkê bajarokê Şetulerebe û 20 salî bû.

Xwepêşandan bi aramaca daxwaza pêkanîna sozên ku hatine dayîn, hatine destpêkirin.

Back to top button