Dewleta Tirk ji bilî kiryarên hovane yê derbarê gelê Kurd de gorên zarokên Kurd û goristanan jî xirab dike. Vê carê jî leşkerên Tirk berê xwe dan gundê Hespîst ê navçeya Hezexê ya Şirnexê û goristan xirab kirin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr derbarê êrîşên AKP’ê yên nemirovane li ser goristanên şehîdan li bakurê Kurdistanê axivî.
Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr êrîş bi tundî şermezar kir û bîr xist ku di ti exlaqê mirovahiyê de mîna vî sûcê AKP’ê nîne.
Nuran Îmîr dijminahiya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd bîr xist û wiha anî ziman:
Çawa li dijî dayîkan bi kîn û nefret in û neheqiyê li wan dikin, îro bi heman rêbazî êrîşî gorên zarokên wan dikin û nirxên civakê binpê dikin.
Nuran Îmîr: Li Kurdistanê şerekî nû hatiye destpêkirin
Nuran Îmîr êrîşên li ser goristanên şehîdan bi şerekî nû li Kurdistanê bi nav kir û got:
Zarokên Kurdan ji bo ku yekîtî, ziman û netewa xwe li ber xwe dan û şehîd bûn.
”Nahêlin ku êşên dayîkên me bên dermankirin”
Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr di dawiyê de ev tişt anî ziman:
Nahêlin ku êşên dayikên me bên dermankirin.
Ew gorên me bişkînin, parçeparçe bikin û laşê me jî belav bikin, em ê bê deng nemînin û teslîm nebin.
Çawa me Kurdan her tim li ber xwe daye û serî netewandiye, em ê li hember van êrîşan jî serî netewînin.