SALIH MISLIM: GEFÊN TIRKIYÊ, NÎŞANÊN ALOZIYA REWŞA TIRKIYÊ YE

Endamê Buroya Têkîliyên Dîplomasî yê TEV-DEM’ê Salih Muslim têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî axivî

Salih Muslim diyar kir ku gefên dewleta Tirk bi kûrbûna aloziya hundirîn a Tirkiyê girêdayî ye û got:

“Gefên Tirkiyê, nîşaneyên aloziya rewşa Tirkiyê ye.

Em di parastina destkeftî, xak û hebûna xwe de bi israr in.”

Endamê Buroya Têkîliyên Dîplomasî yê TEV-DEM’ê Salih Muslim têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û diyar kir ku gefên dewleta Tirk bi kûrbûna aloziya hundirîn a Tirkiyê girêdayî ye.

Salih Muslim got:

“Gefên Tirkiyê, nîşaneyên aloziya rewşa Tirkiyê ye.

Tirkiye gelek kaxizên bazariyê li herêmê winda kiriye û êdî li Idlibê di nav aloziyek rastîn de ye.”

Muslim diyar kir ku dewleta Tirk ji bo veşartin têkçûnên xwe yên siyasî û aborî gefan dixwe û li gorî wî rêya tekane ya derketinê êrîşa li dijî gelê Kurd e.

Muslim gefên Tirkiyê bi armanca parastina DAIŞ’ê bi nav kir û wiha domand:

“Piştî ku em li bajarokê Hecînê ji serkeftina li dijî DAIŞ’ê nêz bûn, daxuyaniyên Tirkiyê tenê bi mebesta parastina DAIŞ’ê hatin.”

Salih Muslim destnîşan kir ku şantaja Tirkiyê êdî bandor li Rûsya û Amrerîkayê li herêmê nake, ji ber ku her du alî siyaseta Tirkiyê ya şantajiyê nas kirine.

DIVÊ EM BI YEK-MILÎ AMADE BIN Û LI HEMBERÎ HER ÊRÎŞÊ BISEKININ

Li ser asta hundirîn a heremên Bakur û Rojhilatê Sûri Muslim ev tişt anî ziman:

“Em di parastina destkeftî, xak û hebûna xwe de bi israr in.

Ji bilî birêxistinkirina refa gel û xeta berxwedane li pêşberî me tiştekî din tune ye.”

Endamê Buroya Têkîliyên Dîplomasî yê TEV-DEM’ê Salih Muslim di dawiyê de bang li civaka navdewletî, kalîsyona Navdewletî û gelê Sûriyê kir ku helwestên xwe li hember gefên dewlet Tirk nîşan bidin .

Leave a Reply

Back to top button