Meclisa Jinên HDP’ê û TJA’ê çûn ser gora dayika taybet înan

Meclîsa Jinên HDP’ê ya Şirnexê û TJA’yê, çû serdana gora Dayika Taybet a ku li Silopiyê ji aliyê dewletê ve hat kuştin û cenazeyê wê bi rojan li erdê mabû.

Dayika Taybet Înan 19’ê Kanûna 2015’an li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ji aliyê hêzên taybet ên polîsan ve hat kuştin.

Meclîsa Jinên HDP’ê ya Şirnexê û TJA’yê, bi boneya Roja Dayikan gora Taybet Înan ziyaret kirin.

Li goristanê Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî, Roja Dayikan li hemû dayikên cihanê pîroz kir û got:

Nirx û keda herî pîroz ya zarokên dayikan e. Pîrozbahî û diyariya herî pîroz ku mirov bide dayikan jî parastina jiyana zarokên wê ye.

Dayika Taybet îro bû axa Kurdistanê û bû dayika me hemûyan.

Ev êrîşên îro li dijî goran tên kirin hovîtî ye. Mirov êdî nikare li dijî vê nêzîkatiyê tu tiştî bibêje.

Keça Dayika Taybet, Halîme Akin jî got dayik hebûn û hêviya jiyanê ye û li dayikên xwe, xwedî derbikevin.

Piştî axaftinan, jinan gul li ser gora Dayika Taybet çandin û laçika spî danîn ser gora wê.

Back to top button