Beştaş: Emê li hember xerakirina goristanan bêdeng nemînin

Parlamenter û Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku AKP bi niqaşên darbeyê hewl dide xwe mexdûr bike û temenê xwe dirêj bike.

Beştaş anî ziman ku ev polîtîkayên wê dawiya wê bêne, û di hilbijartina yekem de wê winda bike.

Parlamenter û Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li ser geşedanên vîrûsa corona, niqaşên darbeyê û hilbijartina pêşwext a li tirkiyê axivî.

Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser êrîşên li dijî gor û goristanan û ev tişt anî ziman:

Ji berê heta niha îşkenceyê li dayik û zarokên Kurdan dikin.

Di salên 1990’an de cenaze li pey panzêran kaş dikirin.

Niha Wezîrê Hundir li ser medya civakî dibêje ‘Em ê wan perçe perçe bikin’ û gefan dixwe.

Ev bêçaretiya deshilatiyê nîşan dide.

Beştaş anî ziman ku wê li dijî van hovîtiyan bêdeng nemînin û wiha domand:

Bi van êrîşan nikare bi ser bikeve.

Em li hemberî van êrîşan bêdeng namînin.

Em ê vê ferasetê her dem teşîr bikin.

Beştaş: akp wê di hilbijartina despêkê de winda bike

Beştaş, têkçûna faşîzma AKP’ê ya di hilbijartina rêvberiyên herêmî yên 31’ê Adarê û 23’ê Hezîrana derbasbûyî de bibîrxist û ev nirxandin kir.

“Em wekî partî her dem ji bo hilbijartinê amade ne.

Di hilbijartina ewil de îqtîdar dê winda bike.

Niha Erdogan baş dizane ku ji sedî 50 +1 dengî nikare bistîne.

Em dizanin ku bi vê vîrûsa Corona re pir deng winda kir.

Niha jî dixwaze naveroka rêxistinên demokratîk vala bike.

Parlamenter û Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di dawiya axaftinên xwe de îşaret bi belavkirina gotegotên li ser çêbûna darbeyekê ku AKP’ê xistiye rojevê jî wiha got:

Ji bo hebûna xwe dewam bike bi niqaşên darbeyan xwe mexdûr nîşan dide.

Dixwaze bi mexdûriyetê temenê xwe yê deshilatê dirêj (konsolide) bike.

Em dizanin ku AKP ne partiyek mexdûre û ew partiyek zalim e.

Bi polîtîkayên zilmê û xerabiyê dixwaze serweriya civakê bike.

Back to top button