Rêveberiya Xweser dema nederketina derve dirêj kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve heta dawiya betlaneya Cejna Remezanê dirêj kir. Li gorî biryara nû wê dema derketina derve ji saet 6 sibehê heta 7 êvarî be. Her wiha bi mercê girtina tedbîran çûn û hatina nava bajaran jî êdî serbeste.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara hejmara (42) nederektina derve ya ji ber vîrûsa corona heta dawiya betlaneya Cejna Remezanê dirêj kir.

Rêveberiyê ji 12’ê Gulanê heta dawiya betlaneya cejna Remezanê dirêj kir.

Rêvberiyê dema derketina derve jî zêde kir û diyar kir ji ev dem ji saet 6’ê sibehê despê dike û heta 7’ê êvarî dewam dike.

Her wiha Tevgera veguhestinê, wesayîtên veguhestina giştî û yên taybet dikarin di hundir û derveyê bajêr û di navbera rêveberiyan de kar bikin.

Ji bilî saziyên xizmetguzarî û tenduristî û hin karmendên ku pêwîstiya karê wan bi nobedarî heye, dewamê karmendan di saziyên Rêveberiya Xweser de heta dawiya betlaneya Cejna Remezanê girtî dimînin.

Rêveberiyê diyar kir ku di hefteya dawî ya meha Remezana pîroz de şênî dikarin aynin olî di mizgeft û cihên olî de pêk bînin.

Ji bo kantona Hesekê ya ku beriya niha vîrûs lê derketî jî, wê rêveberiya herêma Cizîrê tedbîrên pwêsit bigre.

Hevserokatiya Meclisa Rêveberiyê teqezî bi wê yekê kir ku hemû biryarên hatine girtin di vê di çerçoveya tedbîrên li dijî vîrûsê de werin pêkanîn û hişyariyên ewlekariyê li ber çavan bigrin.

Li gorî çavkaniyên tayet ji televsiona mere ragihandî wê têkildarî taxa El Omran a Hesekê ku zêdeyî 10 rojane di karantînayê de ye, daxuyaniyek sibe were dayîn.

Her wiha rewşa tenduristiya herdu kesên bi vîrûsê ketine jî başe û hîna jî dibin karantînayê de ye.

Back to top button