Li Başûrê Kurdistanê tenê 14 nexweşên Coronayê mane

Li Başûrê Kurdistan û Iraqê pêla belavbûna vîrûsa Coronayê kêm bûye. Li Tirkiyê jî ku nêzî 140 hezar kes bi vîrûsê ketine bang tê kirin ku bi lez hemû girtî û bi taybet ên nexweş bên berdan.

Li Başûrê Kuridistanê ev çend roj in li ser hev ti rewşên nû yên pêketina bi vîrûsê nehatiye tomarkirin.

Niha jî li herêmê tenê 14 nexweşên Coronayê di bin çavdêriyê de mane.

Herî dawî Wezareta Navxweyî ya herêmê biryara qedexeya çûnûhatinê di navbera parêzgehan de dirêj kir.

Qedexeyê îro dest pê kir û wê heta 18’ê Gulanê dewam bike.

Li Tirkiyê nêzî 140 hezar kes bi vîrûsê ketine

Li aliyê din, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî vîrûs bi lez belav dibe.

Li gorî daneyên fermî yên dewletê, heta niha nêzî 140 hezar kes bi vîrûsê ketine û derdora 3 hezar û 850 kes mirine.

Ji aliyê xwe ve bultena Şopandina Girtîgehan a Covîd-19 ragihand ku li girtîgehan ewlekarî kêm e.

Daxwaz hat kirin jî ku girtî û bi taybet ên nexweş bên berdan û cezayê wan bê taloqkirin.

Back to top button