“Eger yekrêzî parvekirina desthildariyê be, ne bijî ji me re!”

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî Telal Mihemed ragihand ku divê naveroka hevdîtinên navbera PYD’ê û ENKS’ê eşkere û zelal bin. Telal Mihemed destnîşan kir ku divê yekrêzî li ser bingehê derxistina Dewleta Tirk û komên wê yên çete ji deverên dagirkirî be.

 

“Yekrêzî ne parvekirina desthildariyê ye”

Hevserokê Partiya Aştiya Demokrata Kurdistanê Telal Mihemed ji Ronahî TV re diyar kir ku eger danûstandinên navbera PYD’ê û ENKS’ê ji bo parvekirina desthildariyê ye “ne bijî ji wan re”.

Di heman wextê de Telal Mihemed qala partiyên din ên ku dibêjin çima derveyî danûstandinan in û ew jî parvekirina desthildariyê dixwazin kir û got “ne bijî ji me re jî”

Hevserokê Partiya Aştî destnîşan kir ku “Nabe mijar bibe parvekirina desthildariyê. Sibe eger hilbijartin çêbibe wê gel dengê xwe bide partiya ku dikare daxwazên wî bi cih bîne.”

“Divê naveroka hevdîtinên PYD’ê û ENKS’ê zelal bin”

Her wiha Telal Mihemed xwest ku “naveroka hevdîtinên navbera PYD’ê û ENKS’ê bi zelalî werin parvekirin, ji ber ku çarenûsa gelekî pêve girêdayî ye”

“Bi hebûna dagirkeriya Tirkiyê yekrêzî bê wate ye”

Di çarçoveyeke din de jî Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî Telal Mihemed got ku “Eger yekrêziyek çêbibe û dagirkeriya Dewleta Tirk li Rojava qebûl û rewa bike, ew yekrêzî ne pêwsît e. Eger hêzên siyasî vê yekê qebûl bike, wê demê ew hêz ji bo berjewendiyên xwe yên partîtî kar dike. Lê belê divê yekrêzî li ser bingehê derxistina Tirkiyê û komên wê ji deverên dagirkirî û vegera şêniyên resen ji cih û warê xwe re be. Eger ev ne di hevpeymaneke siyasî de be, wê dîrok rehmê li me neke.”

https://youtu.be/UcaTFHGqfh8

Back to top button