Zehra Berkel: Pêwistiya me bi yekbûnê heye

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxand û destnîşan kir ku çareseriya aloziya Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo re pêkan e.

27’ê Nîsanê Rêber Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî.

Ev 21 sale Rêber Ocalan di girtîgeha Îmaraliyê de, di nava tecrîdek girankiriyê de ye, bi taybet piştî belavbûna Vîrûsa Korona tecrîd hîn girantir bû.

Dawiya sala 2019’an sîstema kapîtalîzîmê vîrûsa bi navê Korona derxist û li cîhanê belav kir. Ev vîrûs jî bandorek neyênî li ser gerdûn, civak û lawiran kir.

Rêber Ocalan projeya netewa demokratîk weke alternatîf li hemper kapîtalîzmê dide nîşandan.

Têkîldarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel axivî û got:

Dewleta tirk îro jî bi hemû hovitiya xwe êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û bi van êrîşan dixwaze komploya ku dane destpêkirin bi ser bixînin.

Dema ku Rêber Ocalan projeya netewa demokratîk pêşniyar kir, di wê demê de tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev proje pejirandin û li ser bingeha pergala hevserokatîyê li herêman didin meşandin.

Bi damezrandina projeya netewa demokratîk komplo têk diçe û fikrê Rêber Apo pergala kapîtalîzmê têk dibe.

Zehra diyar kir ku Rêber Ocalan di parêzname û analîzên xwe de pergala modernîteya kapîtalîst dinirxîne û li hember wê jî çareseriyê datîne holê û dibêje:

Pergala kapîtalîzîmê hişt ku mirov ji cewherê xwe derkeve û bandorek neyînî li ser civak û xwezayê çêbike.

Pêwistiya me bi yekbûnê heye da ku em êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê, fikrên tarî yên li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê bidin rakirin.

Back to top button