Li bajarê Şêwe ya Efxanistanê di teqînê de 24 kes hatin kuştin

Li bajarê Şêwe ya Efxanistanê di merasîma veşartina fermandarekî polîs de teqînek çêbû û 24 kes jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê wîlayeta Nangarharê Ataûllah Xogyanî got ku di bûyerê de endamekî meclîsa wîlayetê hate kuştin û çend parlamenter jî birîndar bûne.

Tevî van jî bi girştî 68 kes jî birîndar bûn.

Her çiqas heta niha ti grûp û kesan berpirsyartiya teqînê li xwe negirtine, lê Tevgera Taleban red kir ku destê wan di teqînê de hebe.

Back to top button