Çeteyên DAIŞ’ê li parêzgehên Selahedîn û Xaneqînê yên Iraqê êrîş pêk anîn, di encamê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin.
Şaneya şer ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên DAIŞ li bajarokê Bêcî ya parêzgeha Selahedînê êrîşê hêzên ewlekarî yên Iraqê kirin.
Di encamê de 2 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Şaneyê diyar kir ku çeteyan li ser rêya gundê Mêxasî ya navçeya Xaneqînê jî mayînek çandibûn.
Ji ber teqîna mayînê jî 2 endamên Heşda Şabî hatin kuştin.