Artêşa Niştimanî: Xewnên Erdogan wê di Lîbyayê de bi dawî bibin

Şerê li Lîbyayê dewam dike û Artêşa Niştimanî oeperasyonên xwe li dijî hikûmeta Wîfaqê ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, didomîne.

Îro Artêşa Niştimanî, li nêzî Terablusa paytext operasyonek li dijî çekdarên hikûmeta Wîfaqê pêk anî.

Di çalakiyê de hejmareke çekdar hatin kuştin û gelek erebeyên leşkerî hatin teqandin.

Duh, Artêşa Niştimanî odeya operasyonên çeteyên dewleta Tirk li bajarê Misratayê bombebaran kir.

Her wiha artêşê kombûyînên çeteyan li başûr-rojhilatê Terablusê kirin armanc.

Li gorî odeya ragihandina şer a artêşê, yekîneyên topavêjê kombûyînên çeteyên ji Sûriyê, li nêzî li eniya Eyn Zarayê kirin armanc.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî, hejmara çeteyên Sûrî ku bi riya Tirkiyê gihane Lîbyayê derdora 8 hezar û 500 ye û ji wan 279 hatine kuştin.

Duh jî Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî, got ku xewnên Erdogan a berfirehkirina sînoran wê di Lîbyayê de bi dawî bibin.

Têkildarî rewşa li Lîbyayê îro Yekîtiya Ewropayê li ser qedexeya şandina çekan ber bi Lîbyayê ve teqez kir û bang li hemû dewletan kirin ku pabendî vê tiştê bibin.

Back to top button