Li Iraqê 95 kesên din bi Coronayê ketin

Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 95 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 113 kes jî baş bûne û 2 kes jî mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Di daxuyaniyê de hate gotin di nava 24 saetên dawî de 2 hezar û 756 testên virûsê hatine çêkirin, di encamê de derket holê ku 95 bi vîrûsê ketine.

Her wiha hat diyarkirin ku 2 kes jî bi vîrûsê mirine û 113 kesên din jî baş bûne.

Heya niha li Iraqê nêzî 3 hezar kesî bi virûsê ketine, ji wan 1 hezar û 903 kes baş bûne û 112 kes jî mirine.

Back to top button