Sîxur û ajan Cotyar Muhsîn Hisên li kirinên xwe mikur hat

Dagirkeran her tim xwestiye bi rêya sixurtî û çetetiyê derbê li gelê kurd bide. Cotyar Mûhsîn Hisên ku li Başûrê Kurdistanê tevlî tevna sîxuriyê ya îstîxbarata dewleta tirk bû û niha di destê gerîla de ye, yek bi yek li kiryarên xwe mikur hat, ku çawa agahî daye û bûye sedema şahadeta gerîlayan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 12’ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesê bi navê Cotyar Muhsîn Hisên yê ku herêmên hêzên gerîla û liv û tevgera li wan herêman bi rêya tevna xwe ya sîxuriyê parve dikir, hatiye girtin.

Cotyar Muhsîn Hisên ku hîn jî di destê gerîla de girtî ye, li xwe mikur hat ku çawa bûye sîxur, kîjan agahî parve kiriye û bûye sedema kîjan encamê.

Cotyar ku di Hezîrana 2019’an li herêmê li şîrketeke petrolê dest bi kar dike piştî mehekê ji kar hatiye avêtin.

Heman rojê di rê de li şexsekî ku navê wî nayê eşkerekirin rast tê ku têkiliya xwe bi rêveberiya şîrketê re heye.

Ev şexsê mijara gotinê ji Cotyar dixwaze ku sibe dîsa bê dest bi kar bike.

Piştre jimara xwe ya telefonê dide wî û jê dixwaze ku hemû agahiyên têkildarî PKK’ê jê re ragihîne.

Cotyar Muhsîn Hisên bi vî rengî tevlî tevna sîxuriyê ya vî şexsî dibe.

Li gorî dîmenên gihîştin ajansa ANF’ê, Cotyar derheqê sîxurtiya kiriye de van agahiyan dide:

-Bi rêya telefonê derheqê wesayiteke gerîlayan ku ji bajarokê Çemankê ber bi sêgoşeya gundê Çemankê-Şikeftiyayê ve diçe ve agahî dide.

-Dema ku li nêzî gundê Şilya dixebite, bi kesên pê re wêneyên nuqteyeke gerîlayan dikişîne û ji kesê ku têkiliya xwe pê re heye dişîne. Dibêje ku li dijî vê nuqteyê jî êrişa hewayî hatiye kirin.

-Li nêzî gundê Rebetkeyê nuqteyeke gerîla tespît dike û wêneyên wê dikişîne û dişîne.

-Di navbera gundên Rebetke û Kaniya de baregeheke gerîlayan dibîne û li vê herêmê jî cîhaza GPS’ê bicîh dike.

Bi heman rengî, li nêzî gundê Şikeftê, gundê Hesnekî û di navbera gundên Kehreba û Kanî Mazê de noqteyên gerîlayan, li jorî gundê Kanîka jî noqteya malzemeyên lojîstîkê yê gerîla dibîne, wêneyên wan digire û dişîne.

-Dema li nêzî gundê Milbestê dixebite, şîrket dibêje ku li nêzî wan baregeheke gerîlayan heye û hişyariyê dide wan ku neçin wê derê. Lê sîxur Cotyar wisa tevnagere û du wêneyên vê derê digire û dişîne.

Cotyar Muhsîn Hisên ku ji bo pere bûye cehş û sixûrtî kiriye dibêje hemû cihên ku wî wêneyên wan kişandine û GPS lê bi cîh kirine ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatine bombekirin.

Back to top button