Li Başûrê Kurdistanê 3 nexweşên din yên bi Coronayê baş bûn

L gorî rêveberê giştî yê Tendirustiya Hewlêrê, li Hewlêrê 3 kesên din yên bi nexweşiya vîrûsa Coronayê baş bûne.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr.Dilovan Mihemed Fatih, bi daxuyaniyek diyar kir ku li Hewlêrê 3 kesên ku bi virûsê ketibûn, rewşa wan baş bûye û ew şandin malê.

Her wiha da zanîn heya niha li Hewlêrê 200 kesên ku bi virûsê ketibûn, baş bûne û niha tenê 11 nexweş di bin çavdêriyê de mane.

Back to top button