Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wan ti alîkarî ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wernegirtiye.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê weşand û ragihand ku wê 30 ton alîkarî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandine.
Serokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa ev agahî red kir.
Ciwan Mustefa got:
“Ti alîkarî ji me re nehatiye, rêxistinê derbarê vê yekê de têkilî bi me re çênekiriye.”