MSD: TIRKIYÊ ARMANC DIKE KU DAIŞ’Ê MEZIN BIKE Û SÛRIYÊ PARÇE BIKE

Li dijî gefxwarin û dagirkeriya tirkiyê MSD’ê û TEV-DEM’ê daxuyanî dan.

Di daxuyaniya de hat gotin, Dewleta Tirk dixwaze DAIŞ bimîne û aramiya herêmê têk bibe.

Her wiha bang li gelên Sûriyê hat kirin ku, li dijî parçekirina xaka xwe derkevin.

Têkildarî gefên Dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, Meclisa Sûriya Demokratîk daxuyaniyek nivîskî weşand.

MSD’ê diyar kir ku, gefên Tirkiyê rê li pêşiya aştiyê digire û wiha got,

Dewleta Tirk dixwaze krîza xwe ya hindir derxîne dewletên cîran.

Tirkiyê dixwaze temenê DAIŞ’ê dirêj bibe û têkoşîna QSD’ê asteng bike.

MSD’ê îşaret bi aloziya Sûriyê jî kir û ev tişt anî ziman,

Em bi rêya hemû hêzên demokratîk hewl didin çareseriyê ji aloziyê re bibînin û armanc dikin ku hemû nerînan komî ser hev bikin û nerîneke hevbeş ji bo çareseriyê bibînin. Lê belê Tirkiyê dixwaze aramiya herêmê têk bibe û ev yek Sûriyê ber bi parçebûnê ve dibe.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê di dawiyê de ev bang kirin,

Di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî, tevahiya gelên Sûriyê li hemberî dagirkirina xaka xwe derkevin.

Her kesî ku naxwaze xak û serweriya Sûriyê têk biçe divê nakokiyên xwe bidin aliyekê û bibin bendek li hemberî dagirkeriyê.

GELÊN SÛRIYÊ LI HEMBERÎ DAGIRKERÎ Û PARÇEKIRINA XAKA XWE BIBIN BERSIV

Divê Koalîsyon êrîşên li ser herêmên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bisekinîne û Netweyên Yekbûyî hewldanên têkbirina aştiyê rawestîne.

DIVÊ KOAÎSYONA NAVDEWLETÎ ÊRÎŞAN RAWSTÎNE

Leave a Reply

Back to top button