Ji ber gulebarana hêzên rejîma Îranê, kolberek hat kuştin

Li Rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de, kolberek hat kuştin. 

Li gorî nûçeya Kolbernews, li gundê Berdepan ê girêdayî bajarê Serdeşt ê ser bi parêzgeha Urmiyê ve, hêzên rejîma Îranê êrîşî komeke kolber kir.

Di encama gulebarana hêzên rejîmê de, kolberê bi navê Kamiran Mewlaniya yê 32 salî jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku Kamiran Mewlaniya bavê zarokekî û ji gundê Girdmirşik ê Serdestê ye.

Back to top button