Di serdegirtineke Îsraîlê li ser kampa Fewar de, sivîlek hat kuştin

Vê sibê li Başûrê Difa Xerbî ya Filistînê, di serdegirtineke artêşa Îsraîlê li ser kampa el-Fewar li bajarê Xelîl de, sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Ajansa SEFA a Filistînî, piştî serdegirtinê şerekî dijwar rû da, tê de leşkerên Îsraîlî gule û bombeyên rûndikrêj avêtin ciwanên kampê..

Di encamê de, ciwanekî Filistînî yê 18 salî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî jî, di dema pevçûnê de, komeke sekvanên artêşa Îsraîlî çûn ser banên avahiyan û gule avêtin ciwanan.

Back to top button