YNK: DIVÊ IRAQ MIJARÊ DAGIRKERIYA TIRKIYÊ BIGIHÎNE KONSEYA EWLEKARIYÊ

Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê YNK bi daxuyaniyek li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Şengal û Mexmûr nîşan da.

Di daxuyanî û axaftinan de ji hikumeta Iraqê hate xwestin ku zextê li ser tirkiyê bike.

Koma Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî li parlementoya Iraqê têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li ser axa Iraqê û Herêma başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YNK’ê di daxuyaniya xwe de êrîşên Tirkiyên weke binpêkirina serweriya Iraq, Başûrê Kurdistanê û qanûnên navnetewî bi nav kir û ev bang kir:

“Divê Hikûmeta Iraqê helwesteke tund nîşana Tirkiye bidin.

Ji bo vê jî zextên aborî li ser Tirkiyê pêk bîne, ji bo dawî li vê binpêkirina serweriya xaka Iraqê bîne.

Divê yek ji gavên ku Iraq biavêje ew be ku sefîrê Tirkiye gazî Bexdayê bike û bi awayeke fermî nerazîbûna xwe bi awayeke nivîskî ji Tirkiyê re ragihîne.

Her wiha divê li Konseya Ewlekariyê jî giliya Tirkiyê bike.”

Leave a Reply

Back to top button