UNICEF: Dibe ku 1.2 milyon zarok bimirin

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir “li welatên hejar dibe ku vîrûsa Corona rê li ber encamên kambax veke û di nava 6 mehan de, dibe ku her roj 6 hezar zarok bimirin.

Li gorî lêkolîna Zanîngeha Amerîkî Johns Hopkîns, li 118 welatan, di nava 6 mehan de dibe ku 1,2 milyon zarokên ku temenê wan kêmî 5’an be, bimirin.

Di daxuyaniya UNICEF’ê de tê diyarkirin “di 6 mehên bê de, ji ber dermankirina kêm a berî û piştî zayînê, dibe ku 56 hezar û 700 jin jî bimirin.

Di rewşa berdest de, di nîv salê de 144 hezar jin ji ber van pirsgirêkan dimirin.”

Birêvebera UNICEF’ê Henrîetta Fore jî diyar kir “divê destûr neyê dayîn ku jin û zarok bibin qurbana têkoşîna li dijî vîrûsê”.

Back to top button