Efrîniyan cenazeyê şehîd Mihemed oxirkirin

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Ehmed li goristana şehîdan a navçeya Ehres a Şehbayê oxir kirin.

Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundrîn Mihemed El-Ehmed dema erkê xwe ya ji bo parastina sivîlan pêk dianî, şehîd bû.

Şêneyên Efrînê cenazeyê şehîd ji Nexweşxanaya Avrîn a navçeya Fafînê wergirt û ber bi goristana şehîdan a li navçeya Ehresê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê axeftin hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya şehîdan da.

Paşê nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogana û tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

Back to top button