Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe mayned bike, kiriyarên qirêj li herêmê pêk tîne.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên dermirovî li dijî xwezaya Efrînê jî didomînin.
Çete li gundê Hisê yê navçeya Mabata 12 darên zeytûnê û 3 darên bahîvan yên şêniyê bi navê Sibhî Hemdoş birîne.
Dewleta Tirk çete ji herêmên cûda vedikşîne û li Efînê bi cih dike
Dewleta tirk a dagirker ji bo ku demografiya Efrînê biguhere û herêmê ji şêniyên resen vale bike her tiştî dike.
Di vê çarçoveyê de, dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe ji bajarên Ra’î, Cerabilus û Babê dibe û li Efrînê bi cih dike.
Dewleta dagirker ji bo bicihkirina çeteyên xwe li cihê şêniyên resen jî gefan li şêniyan dixwe.
Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku ç
ete ji bo desteserkirina malan gefa drexistinê li 200 malbatên navçeya Şiyê ya Efrînê xwariye.