Li Bexdayê hişyariya karesetê hat dayîn

Belê metirsiya vîrûsê ya li başûrê kurdistanê jî êdî kêm bûye û agahên xweş tên. Lê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rewşa aloz a ji ber xemsariya deshilata faşîst ya AKP’ê dewam dike. Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covid-19 ragihand ku bitenê hiştina girtiyan veguheriye tecrîdê.

Lê li Iraqê jî hîna vîrûs belav dibe û jimara pêketiyan zêde dibe.

Ji bo wê jî Wezareta Tenduristiyê, banga ferzkirina qedexeya giştî kir û li dijî pêleke din a vîrûsê hişyarî da.

Her wiha koma qeyranê ya parlementoya Iraqê jî hişyara karesetekê mirovî li Bexdayê da.

“Li girtîgehan bitenêhiştin veguheriye tecrîdê”

Weke her roj, li Tirkiyê rewşa vîrûsa Corona cuda ye û her ku diçe rewş kambaxtir dibe.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirk diyar kir ku heta niha derdroa 142 hezar kes bi vîrûsê ketine û derdora 4 hezarî jî mirine.

Tirkiye li dijî pergala raporkirinê ya Rêxistina Tendirustiyê ya Cihanê tevdigere û bawerî bi hejmarên wê nayê.

Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covid-19 jî diyar kir ku “pêvajoya asayîbûnê” ne li gorî zanistiyê ye û xwest gel bi hevre di nava piştevaniya rûpoşan de bin.

Koordînasyonê xwest her kes li gorî hêza xwe ya cewherî gavan bavêjin û tedbîran ji dest bernedin.

Koordînasyonê bal kişand ser rewşa girtîgehan û got:

Li girtîgehan vîrûs belav dibe.

Bitenê hiştin vegeriya ye tecrîdê.

Li Wanê xemsariya hikûmetê rê li ber zêdebûna nexweşan vedike

Li Wanê jî, ji ber xemsariya hikumetê û tedbîrên kêm, jimara nexweşan di nava çend rojan de bû 380’î kes.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku 53 kesên din jî ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest da ne.

Her wiha li gundê Kawîlk a navçeya Seray a Wanê, di malbata welatiyekê ku ji Stenbolê hatibû de vîrûs hat tesbîtkirin.

Ji ber vê gund xistin bin çavdêriyê û 6 kesên bi vîrûsê ketin rakirin nexweşxanê.

Li Îran di 24 seatan de 50 kes ji ber vîrûsê mirine

Li Îran jî rewşa xirab heman e.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku nava 24 saetên borî de 50 kesên din ji ber coronayê mirine û hezar û 958 kes jî bi vîrûsa coronayê ketine.

Li Îranê hejmara kesên bi coronayê ketine gihiştiye 112 hezar û 725 kesan û jimara miriyan jî gihiştiye 6 hezar û 112 kesan.

Her wiha rewşa 2 hezar û 735 kesên din yên bi coronayê jî ketine, pir xirabe.

Back to top button