Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 119 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 63 kes jî baş bûne û 3 kes jî mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 4 hezar û 183 test hatine kirin û 119 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.
Wezaretê anî ziman ku 3 kesan ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da, 63 kes jî baş bûne.
Di dawiyê hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 3 hezar û 32 kes bi Coronayê ketine, ji wan nêzî 2 hezar kesî baş bûne û 115 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.