ÇETEYÊN TIRK MALBATEK ÊŞKENCE KIR Û MALA WAN TALAN KIR

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser mala şêniyê bi navê Mistefa Faris de girt û piştî êşkencekirina xwediyên malê, mal û milkên wan dizîn û talan kirin.

Çavkaniyekî herêmî ji Efrînê ragihand ku çeteyên rûyên xwe bi maskeyan girtî bi ser mala şêniyê Efrînê Mistefa Faris de girtin.

Çeteyan piştî destê hevjîna Mistefa Faris şikandin, zêrên ku li qirika wê de bûn jê kirin û diziyan.

Heman çavkanîyê diyar kir ku çeteyan tiştên di hundirê dikana Mistefa Faris de jî dizîne.

Ev dizî ji têra çeteyan nekir.

Vê carê jî çeteyan Mistefa birin cihekî nediyar û bi awayekî hovane êşkence lê kirin û piştre ew avêtin nav darên li ser rêya gundê Tirindê.

Leave a Reply

Back to top button